Ahmet Aydın
05 Hezîran 2019•Rojanekirin: 07 Hezîran 2019
Li bajarê Dresdena girêdayî Saksonyaya eyaleta Almanyayê ji aliyê hin kesên ku hê nasnameya wan nehatiye tesbîtkirin li dijî Mizgefta Fatîhê ya Yekîtiya Tirk Îslamê ya Diyanetê (DITIB) êrîş hat lidarxistin.
Cîgirê Serokê Komeleya Mizgefta Fatihê ya li Dresdenê Huseyin Taşkin di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de destnîşan kir bi dema herêmî seat 14.00an hin kesên ku hê nasnameya wan nehatiye tesbîtkirin bi keviran êrîşî mizgeftê kirin û 3 pencereyên mizgeftê şikandin.
Taşkin anî ziman ku di sata êrîşê de kes li mizgeftê nebûye, îmamê mizgeftê û zarokên wî li lojmana nêzîkî mizgeftê bûn.
Berêi nuha bi 3 salan jî li dijî heman mizgeftê êrîşa bi bombe hatibû lidarxistin.