Haydar Şahin
19 Adar 2019•Rojanekirin: 20 Adar 2019
Li eyaletên rojavaya navîn ên Amerîkayê hejmara kesên ji ber lehiyê mirin derkete 3yan, bi hezaran kes jî hatin texliyekirin.
Li Nebraska, Iowa, Wisconsin, Missouri û Kansasa eyaletên Amerîkayê ji ber baranê û helîna berfê avê der ser cî û waran. Ji ber barana ku dawiya hefteyê barî ava çeman zêde bû.
Rayedaran diyar kirin ku ji ber barana li eyaletên rojavaya navîn ên Amerîkayê li Nebraskayê 3 kes mirin, 2 kes hê winda ne û bi hezaran kes jî hatin texliyekirin.
Ji ber lehiyê bi sedan xanî, pire û rêyan zirar dîtin.