Ahmet Aydın
19 Adar 2019•Rojanekirin: 19 Adar 2019
Hat ragihandin ku gumanbarê êrîşa çekdarî ya li Hollandayê hatiye girtin.
Şaredarê Utrechtê Jan van Zanen di civîna çapemeniyê ya ku digel berdevkê dozger û polîsan li dar xist de hat ragihandin ku Gokmen Tanişê gumanbarê êrîşa çekdarî ya ku li Qada 24ê Cotmehê ya bajarê Utrechtê hat lidarxistin, hatiye girtin.
Berdevkê Polîsan Rob van Bree jî ragihand ku li gorî zanyariya nû ya ku bi dest xistine gumanbar hatiye girtin.
Şaredarê Utrechtê Jan van Zanen destnîşan kir ku sedema êrîşa çekdarî hê nediyar.