Islam Doğru
25 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2022
Li Amerîkayê ji ber bagera bi navê "Eliott" a welêt kir bin tesîra xwe herî kêm 17 kes mirin, zêdeyî milyonek mal û kargeh bêceyran man.
Servîsa Hewayê ya Neteweyî (NWS) ragihand, bayên sir û seqemê yên ji Cemsera Bakur hatin û ji sisêyan duduyê welêt kirin bin tesîra xwe, dê li hêla rojhilat û navînê welêt dawiya hefteyê jî tesîra xwe bidomîne.
Li gorî nûçeya USA Todayê, li seranserî welêt di qezayên ji ber şert û mercên hewayê çêbûn da heta niha herî kêm 17 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Peywirdaran diyar kir, li hin herêman ji ber bagera ku leza wê di saetê da gihîşt 115 kîlometreyî, mesafeya dîtinê daket heta sifirê.

- Li welêt zêdeyî milyonek mal û kargeh bêceyran man
Li gorî malpera Poweroutageê, li seranserî welêt ji ber berf û bagerê zêdeyî milyonek mal û kargeh bêceyran man. Her wisa peywirdaran ragihand, ji ber şertên neyînî yên hewayê yên didomin, dibe ku temîrkirina erizeyan çend rojan biajo.
- Biden welatî hişyar kirin ku guh bidin hişyariyan
New York, Virginia, Kentucky, Georgia, Carolinaya Bakur û Oklahoma tevda li gelek eyaletan rewşa awarte hat ragihandin. Serokê Amerîkayê Joe Biden jî bangî welatiyan kir ku guh bidin hişyariyan.

Malpera şopandina firînan FlightAwareê destnîşan kir, berî Noelê ku di nava salê da yek ji serdemên herî qelebalix ên seyahetê ye, zêdeyî 8 hezar firîn hatin betalkirin, zêdeyî 25 hezar firîn jî bi derengî ketin.