2016 ж. 20 қаңтар•Rojanekirin: 2016 ж. 21 қаңтар
BITLÎS
Li Bidlîsê ji ber ku berf zêde dibare li navendê û navçeya Mutkiyê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bidlîsê Mehmet Emîn Korkmaz daxuyand ku li navendê û gundên girêdayî navendê ji ber berf û bagerê mekteb rojekê hatin tetîlkirin.
Qaymeqamê Mutkiyê Mehmet Kiliç jî daxuyand ku ji ber rewşa hewayê û berfê li navçeyê û gundên girêdayî navçeyê mekteb rojekê hatin tetîlkirin.
Hat ragihandin ku xwendekarên ku ji Tetwan, Xelat û Hîzanê bi wesayîtan tên diçîn jî wê neçin dibistanê.