Türkan Tosun
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
CHICAGO
Li Chîcagoya bajarê Amerîkayê pêşandana bi navê "Roniya Ejderhayan" a çanda antîk û modern a Çînê hat lidarxistin.
Ev pêşandan li gelek cihên dinyayê tê nîşandan.
Li Stadyuma Soldîer Fîeldê artêşa Terra Cottayê 40 cure peykerên ji roniyê yên ejderha, panda, kulîlk û heywanên behrê pêk tên nîşan da.
Ji bilî nîşandana peykerên roniyê yên ji 60 metroyî dirêjtir, reqs û xwarinên Çînê jî balê dikşînin.
Bilêtên pêşandanê ji bo zarokan 13 dolar, ji bo mezinan jî 20 dolar e.
Pêşandan wê heta 6ê gulanê dewam bike.