Türkan Tosun
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
ANKARA
Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê daxuyand meha çûyî li Sûriyeyê 1241 sivîl hatin kuştin.
Di rapora Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê de hat ragihandin meha çûyî li Sûriyeyê 1241 sivîl hatin kuştin, ji vê 1006 kes di êrîşên rejimê û Rûsyayê de hatin kuştin.
Hat gotin ji sedî 92 qetlîamên li welêt ji hêla rejimê ve li Xûtaya Rojhilat tên kirin.
Li gor raporê serê salê vir va li welêt 3404 kes hatin kuştin ku ji sedî 80ê wan ji hêla îtifaqa rejîmê û Rûsyayê ve hatine kuştin.
Di meha adarê de 203 zarok, 186 jin, bi tevahî 914 sivîl ji hêla rejimê va hatine kuştin ku ji van 12 kesan jî îşkence dîtiye.
Ji bilî vê hat gotin hêzên wîsa tê bawerkirin yên Rûsyayê ne jî 46 zarok, 12 jin, bi tevahî 92 sivîl kuştin.
Di rapora Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê de hat gotin dewletên piştigiriyê didin HDSa ku serkêşiya wê PYD/PKKa rêxistina terorî dike divê çekan nedin û dev ji hemû îxlal û binpêkirina mafan berdin.