Elif Orhan
29 Hezîran 2018•Rojanekirin: 29 Hezîran 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku li Marylanda eyaleta Amerîkayê kesekî êrîşa çekdarî bir ser rojnameyekî herêmî û li gelek kesî xist. Çapemeniya Amerîkayê îdia kir ku herî kêm 4 kes mirin.
Li rojnameya herêmî ya bi navê Capîtal Gazette ya ku lo bajarê Annapolîsa ku saetek dûrî paytext Washîngtonê ye êrîşa çekdarî hat kirin.
Rayedarên polêsan hêj der barê êrîşê de daxuyaniyeke fermî nedan û di nûçeyên ku çapemeniya Amerîkayê de cî girtin de hat ragihandin ku êrîşkarekî çekdar ketiye avahiya rojnameyê û li gelek kesî xistiye.

Du rayedarên polêsan ên ku ji qenala CBS News re axivîn û nexwestin ku navên wan bên eşkerekirin diyar kirin ku di êrîşê de herî kêm 4 kes mirin.
Di îdiayên nûçeyan de hat diyarkirin ku êrîşkar ketiye ideya nûçeyan a rojnameyê û edîtorê nûçeyan jî di nav de gelek xebatkarên rojnameyê hedef girtiye.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê der barê êrîşê de agahî sitandin û ragihand xizmên qurbaniyan ku xemgîn e.
Hin rayedarên polêsan diyar kirin ku hêj nekarîne ku êrîşkar bigirin û nizanin ka sedema êrîşê çi ye.