İbrahim Atmaca
21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
WASHINGTON
Li Austina paytextê Teksasa eyaleta Amerîkayê di mixazeyeke danûstandinê yê herêmî da pakêteke bibombe teqiya û di teqînê da kesek birîndar bû û hat ragihandin, dibe ku têkiliya vê bûyerê bi êrîşên bi paketên bibombe ra hebe.
Hat gotin ku pakêta ku ji mixazeyeke herêmî ya danûstandinê ra hat şandin teqiya û kesekî 30 salî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Polêsan der heqê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku li bajêr di nav sê hefteyên dawîn da 5 êrîşên bi paketên bibombe yên cuda hatin kirin û dibe ku têkiliya vê bûyera navborî jî bi van bûyeran ra hebe.
Paketa bibombe serê sibê ji şirketeke kargoyê ya şaxa San Antonio ra hatiye şandin. Rayedaran diyar kir ku der heqê teqîna bombeyê da lêpirsîn jî dewam dike.
Di nav sê hefteyên dawîn da li bajarê Austinê 4, li bajarê San Antonioyê jî teqînek çêbûye, di êrîşan da 2 kes mirin, 4 kes birîndar bûbûn. Li gor îhtimalan dibe ku teqîn li Austinê dijî welatiyên Amerîkayê yên bi eslê xwe Afrîkayî hatibin kirin.
Rayedaran di medyaya Amerîkayê da daxuyandibû ku kes an jî kesên ku "bombekaran" îxbar bikin wê ji bo wan 115 hezar dolar xelat were dayîn.