Yıldız Nevin Gündoğmuş
18 Mijdar 2021•Rojanekirin: 19 Mijdar 2021
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand bi hevkariya Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) 5 terorîstên PKKyî yên li bakurê Iraqê li herêma Xakurkê hatin tespîtkirin bi wesayîtên esmanî yên bê mirov ên çekdar (SÎHA) va hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Bi hevkariya Artêşa Tirkiyeyê û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî 5 terorîstên PKKyî yên li bakurê Iraqê li herêma Xakurkê hatin tespîtkirin bi operasyoneke SÎHAyên me va hatin berterefkirin. Têkoşîna me ya dijî terorê wê bibiryarî dewam bike."