04 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
ÎSTANBUL - ADEM DEMÎR
Serokê berê yê Daîreya Kontrterorê ya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Mehmet Eymur destnîşan kir ku îfadeyeke wî ya ku dibêje Parlementerê Mêrdînê yê AK Partiyê Orhan Mîroglu ji MÎTê ra xebitî, tuneye û wiha got, "Min negot ku Orhan Mîroglu ji MÎTê ra xebitî. Agahiyeke min a wiha jî tuneye. Hebe jî ez nabêjim. Zanyariyeke ku sirê dewletê ye ez parve nakim. Lêbelê jixwe tiştekî wiha tuneye."
Di danîşîna li Enqereyê ya meha adarê ya doza kuştina Mûsa Anter da Eymur wekî şahid hat guhdarîkirin û hin dezgehên çapemeniyê îfadeya wî kirin naveroka nîqaşan. Eymûr der heqê kuştina Anter û îfadeya xwe da daxuyanî da peyamnerê AAyê.
Eymur bal kişand ku bereksê hin nûçeyan wî li dadgehê îfadeyeke mîna "Mîroglu ji MÎTê ra xebitî û dibe ku di kuştina Mûsa Anter da cî girtibe" neda û wiha axivî, "Pêşiyê mantiqeke van gotinan tuneye. Min negot ku Orhan Mîroglu ji MÎTê ra xebitî. Agahiyeke min a wiha jî tuneye. Hebe jî ez nabêjim. Zanyariyeke ku sirê dewletê ye ez parve nakim. Lêbelê jixwe tiştekî wiha tuneye. Ji kuderê derxistine, ez metel dimînim. Gotineke ku ji devê min derneketiye, çima bi min va dizeliqînin? 100 rûpel zabitên îfadeya Yeşîl a ku ji aliyê MÎTê hatiye hildan heye. Min ji vir beşek derxist û pêşkêşî dadgehê kir. Ji xeynî vê beriya niha jî heman îfade bi destê MÎTê ji dadgeha ku doza Ergenekonê lê dihat dîtin, hatiye şandin."
Eymur got ku di îfadeya xwe ya navborî Yeşîl dibêje ku ew, Orhan Mîroglu wekî "Tayfûn" nas dike û wiha dewam kir, "Helbet vekirineke vê tuneye. Ji xeynî vê di wê tarîxê da tu pêwendiyeke Yeşîl bi MÎTê ra tune ku bizanibe ka Mîroglu elemanê MÎTê ye an na. Yeşîl wê demê seba cendirmeyan dixebite. Wê çaxî her cure nasname dane wî. Dikeve her derî û jê dertê. Hewce ye meriv ji wan kesên ku wê çaxî ev erk dane Yeşîl hesab bixwaze."
Eymur bal kişand teşkîlata cendirmeyan ku nasnameyên cuda dane Yeşîl û di wê serdemê da ew di JÎTEMê da dane xebatê û wiha got:
"Yeşîl ewil ji MÎTê ra dixebite. Dû ra bi awayekî li cem cendirmeyan dest bi kar dike. Serdemekê li herêmê ji ber ku pir sansasyonel bû, pêwendiya wî hat birîn. Tê Enqereyê. Me jî ew di fealiyetên dervayê welat da emiland. Ji me ra ne zirar feydeya wî çêbû. Di wextê me da jî sûcek nekir. Ji ber kuştina 2 îraniyên ku bi karê hişbirê ra eleqedar dibûn, Emniyeta Enqereyê bi awayekî tund jêpirsîna Yeşîl hilda. Tundî lê kiribûn. Dû ra MÎTê pê ra xeberda. 100 rûpel îfadeya wî li MÎTê qeydkirî ye. Hinekan li ser navê Yeşîl sûc kirin. Hê jî hinek dibêjin 'min Yeşîl dît'. Ez ne bawer im ku Yeşîl dijî. Hewce nake ku Yeşîl bireve. Ji ber ku dewletê Yeşîl emiland. Mirovekî ku dewletê wezîfe dabê dê çima bireve, çima xwe veşêre? Ê ku ew tevî karên derqanûnî kir jî dewlet e. Ên pereyê ku hat komkirin parve kirin jî mirovên dewletê ne."
Eymur got ku di cinayeta Mûsa Anter da berpirsiyarî ya JÎTEMê ye û wiha dewam kir: "Di vê dîrokê da JÎTEM heye. Li gor min JÎTEMê Anter kuşt. Yeşîl nabêje ku 'min Mûsa Anter nekuşt'."
- "Di îfadeya Yeşîl a ku li MÎTê hat hildan da kêmasî hene"
Eymûr parast ku di îfadeya Yeşîl a ku li MÎTê hat hildan da kêmasî hene û wiha dewam kir: "Yeşîl dibêje 'Min di cînayeta Mûsa Anter da endamê Konseya Navend a PKKê bi kar anî'. Hevalê ku jêpirsîna Yeşîl kir, divê navê endamê Konseya Navend a PKKê jê bipirsiya. Nav tuneye. Wê dewrê serê me ew qas tije bû ku halê me tunebû ku em lê vegerin. Yeşîl di wê îfadeya xwe da dibêje: 'Min bi pera gelek kar bi gelek kesan da kirin. Min bi endamê Konseya Navend a PKKê jî kar da kirin'. Lê çiqasê vê gotinê rast e, çi qas ne rast e, ez nizanim. Min tenê qismek ji îfadeya Yeşîl radestî dadgehê kir. Min li dadgehê negot 'Orhan Mîroglu ji MÎTê ra dixebite'. Kê ev li hev anîbe, divê meriv ji wî bipirse."
- "Ku di nava kar da be, çima li wî dixin?"
Mehmet Eymûr pirsî û got: "Ku Orhan Mîroglu di nav vî karî da be, çima li wî dixin?" û wiha dewam kir: "Camêr hem ajanê MÎTê ye, hem ji bo wî alî dixebite hem jî lê dixin. Hûn ê çawa ji nav vê yekê derkevin, mantixeke vê ya çawa heye? 5 gule li Mîroglu ketine wê çaxê. Ji bo vebûna dozê jî Mîroglu gilîdar bû. Kesê ku cara ewil bûyera Sûsûrlûkê anî rojevê ez im. Lê wek bersûc di Sûsûrlûkê da îfadeya min hildan. Mixabin li Tirkiyê kar wiha ne."
- Rabirdûya dozê
Mûsa Anter di 20ê îlona 1992yan da li Diyarbekirê rastî êrîşa biçek hat û mir. Orhan Mîroglu jî di wê êrîşê da ligel Anter bû û giran birîndar bû. Der heqê êrîşê da doz hat vekirin û di îddianameya dozê da tê îddiakirin ku Mahmut Yildirim ev êrîş plan kir û bi rê va bir, Hamît Yildirim êrîş kir, Cîgirê Fermandarê Grûba Îstixbaratê ya Cendirmeyan Savaş Gevrekçî jî Azîz Tûranê ku di bin emrê wî da ne, ji bo alîkariya kiryaran wezîfedar kir.
Danişîna dadgehê wê di 25ê nîsanê da were kirin û hat gotin ku Orhan Mîroglû wê wek şahid beşdar bibe.