Bilal Güler
18 Sibat 2024•Rojanekirin: 19 Sibat 2024
Li wilayeta Belhê ya ku dikeve bakurê Efxanistanê bi mezinahiya 5an erd hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand, li gor saeta herêmî di 15.50yî da bi mezinahiya 5an erd hejiya û navenda erdhejê ji aliyê başûrê rojavayê va 19 kîlomêtre dûrî navçeya navend a Mezarê Şerîf e.
Erdhej 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Erdhej li wilayetên bakur ên Efxanistanê û Ozbekistan û Tirkmenistana welatên cînar jî hat hîskirin.
Par di cotmehê da li wilayeta Heratê ya ku dikeve bakurê rojavayê Efxanistanê bi mezinahiya 5 û 6,5an du caran erd hejiyabû û hatibû daxuyandin ku di van erdhejan da 2 hezar û 500 kes mirin.