Sinan Doğan
19 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2024
Li bakurê Şîliya welatê Afrîkaya Başûr bi mezinahiya 7,4an erdhej çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê San Pedro de Atacama girêdayî herêma Antofagastayê ye û erdhej bi qasî 117 kîlometre di bin erdê da çêbû.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn û heya niha der barê zirara can û mal da jî tu agahî nehatine dayîn.