Mümin Altaş
05 Sibat 2024•Rojanekirin: 06 Sibat 2024
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, 11 terorîstên PKK/YPGyî amadehî dikirin ku li bakurê Sûriyeyê êrîşî herêmên Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê bikin, lê hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin, "Em bi mislî bersivê didin hewildanên êrîşên terorîstan. Artêşa me ya qehreman li bakurê Sûriyeyê 11 terorîstên PKK/YPGyî bi serkeftî berteref kirin. Terorîst amade dibûn ku êrîşî herêmên Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê bikin."