14 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
HEWLÊR
Hevpeyvîna ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî da rojnameya Fransiz Le Mondeyê di malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de hat weşandin.
Barzanî der heqê geşedanên li herêmê de daxuyanî dan û li ser pirsa "Hûn der heqê midaxaleya eskerî ya ku Tirkiyeyê dijî rêxistina kurdan a xweser a li bakurê Sûriyeyê kir çawa dinirxînin? got ku "Ez ji dahatûya kurdên sûriyeyî dikevim nav fikaran. PYD dest daniye ser temamiya herêmên ku kurd lê dijîn. PYD li van deran siyaseta PKKê tetbîq dike. Tirkiye jî dijî PKK di nav şer de ye."
Barzanî got ku PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê polîtîkayeke tekparêz dike û wiha axivî: "PYDê nekarî ku piştgiriya hêmanên din ên li Sûriyeyê bi dest bixe. Nekarî ku atmosfereke beşdarî pêk bîne. Bi vî awayî nekarî ku siyaseteke guncav pêş bixe. Hê jî piştgirî dide rejima Sûriyeyê. Bêyî ku dahatûya kurdên li herêmê bifikire tevdigere. Nekarî ku bi mixalefeta Sûriyeyê re li hev bike. Ev geşedan nîşanê me didin ku dahatûya kurdên li Sûriyeyê ronak nîne."
- "Di rewşa berdest de kampeke eskerî ya Tirkiyeyê heye"
Barzanî li ser pirsa "Têkiliyên we yên bi Tirkiyeyê re baş in. Tirkiye li herêmên di bin birêvebiriya we de cihê xwe saxlem kir. Di heman demê de piştgirî dide hêmanên çekdar ên li herêmê. Li gor we gelo Tirkiye dê beşdaî operasyona Mûsilê bibe yan na?"
"Ez wisa difikirim ku dê beşdarî operasyona Mûsilê nebe. Lê belê dibe ku arîkariya hêzên ku dê beşdar bibin bikin. Hewcedarî bi beşdariya rasterast tune û hikûmeta Iraqê dijî vê ye. Di heman demê de Tirkiye jî naxwaze ku bikeve nav Mûsilê. Ji destpêka şerê dijî DAEŞê re pê ve du kampên eskerî yên Tirkiyeyê hebûn. Her wiha piştgirî dide hêmanên herêmî yên ku ji bo operasyona Mûsilê tên perwerdekirin. Di rewşa berdest de du kampên eskerî yên Tirkiyeyê hene. Ew jî bi rizaya hikûmeta Iraqê ne."