10 Tebax 2019•Rojanekirin: 11 Tebax 2019
Li Ezeza navçeya Helebê ya li bakurê Sûriyeyê bombeya ku kiribûn motorbisqilêtê hat teqandin û sivîlek hat kuştin û 6 sivîl birîndar bûn.
Li navenda Ezeza li hemberî Kilîsê ku li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye bombeya ku kiribûn motorbisqilêtê hat teqandin.
Li gor agahiyên ewil ji ber teqînê sivîlek hat kuştin û 6 sivîl birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê li ser îhtimala ku êrîş bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê hatibe kirin disekinin.
YPG/PKK bi hêzên xwe yên li Minbicê derbasî herêmê dibe û li dijî sivîlan êrîşên bombeyî dike.