10 Tebax 2019•Rojanekirin: 11 Tebax 2019
Li Sûriyeyê li qada ku bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê hatiye dagirkirin û li rojhilatê Çemê Feratê dikeve sewqiyata lojîstîk û eskerî ya Amerîkayê dewam dike.
Ajansa Anadoluyê (AA) duh êvarê li Deriyê Sînor yê Sêmalka ku li ser sînorê Sûriye û Iraqê ye dîmenên sewqiyatên nû yên Amerîkayê kişand.
Konvoya ku ket rojhilatê bakurê Sûriyeyê û ber bi herêmên navîn va çû qederê ji 70 TIRan pêk dihat û di TIRan da zirxên eskerî, amûrên prefabrîk û makîneyên kar hebûn.
Di konvoyê da gelek tankêrên sotemeniyê û TIRên kaseyên wan sergirtî hebûn.
- Serokomar Erdogan hişyar kiribû
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di xeberdana xwe ya di 26ê Tîrmehê da wiha gotibû: "Bi deh hezaran TIRên ku çek û cebilxane tê da ne bê pere didin PYDyê (YPG). Kî dide? Kî dide rêxistina terorê û dide PKK û alîgirên wê? Kesên ku wek mutefîqên me yên stratejîk xuya dikin, didin."
Erdogan diyar kiribû her çiqas Amerîka cuda bike jî YPG û PKK heman rêxistina terorê ne.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar jî di hevdîtinên bi mixatabên xwe yên Amerîkayê ra kiribû da gotibû demildest divê li rojhilatê Çemê Feratê herêma ewle bê avakirin, hêzên YPG/PKKya rêxistina terorê bên derxistin, li herêmê kozik û baregehên tên çêkirin bên îmhekirin û çekên giran bên komkirin.
- Mutabaqata bi Amerîkayê ra
Wezareta Parastina Neteweyî 7ê Tebaxê der barê hevdîtinên bi heyeta Amerîkayê ra daxuyanî dabû û li herêmê ji bona fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji holê rabin di destpêkê da hin tevdîrên ku wê bên hildan eşkere kiribû.
Di daxuyaniyê da hatibû diyarkirin di hevdîtinan da lihevkirin çêbûye ku avakirina herêma ewle bi Amerîkayê ra bi kordîne be û ji bona rêvebirinê jî di demeke kurt da li Tirkiyeyê Navenda Herekata Muşterek bê avakirin.
Wek mayîn di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin: "Di wê yekê da lihevkirin çêbû ku ji bo herêma ewle bibe korîdora aştiyê û Sûriyeyî vegerin welatê xwe dê her cure tevdîrên îlawe bên wergirtin."