Türkan Tosun
17 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2021
Waliyê Bartinê Sînan Guner daxuyand li Behra Reş li qeraxên Înkumuyê keştiyeke barkişandinê ya Ûrisan binav bû.
Guner ji nûçegihanê AAyê ra got li Behra Reş rewşa hewayê pir xerab e.
Walî Guner wia axivî: "Li qeraxên Înkumuyê keştiyeke barkişandinê ya Ûrisan binav bû. Qasî 15 kes di 3 qayîkan da asê mane ku emê wan xelas bikin. Niha tu agahiyên kesên mirine an jî binavbûna qayîkan tune. Hewa nebaş e, tîmên xelaskirinê zehmetiyê dikşînin lê emê derxin. Keştiyeke mezin be jî, taybet be jî emê bibin."