Önder Beyter
17 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2021
Hat ragihandin, hejmara kesên di erdheja ku 15ê rêbendanê li bajarê Majene yê eyaleta Sulawesiya Rojava ya Endonezyayê da mirin, derket 73yan.
Serokê Navenda Zanyarî û Ragihandinê ya Ajansa Birêvabirina Afatê ya Neteweyî Raditya Jati di daxuyaniya da diyar kir, 27 hezar û 850 kesên ku ji ber erdhejê hatin texliyekirin, li 25 ciyên cuda û ewle hatin bicihkirin.
Jati diyar kir ku di erdhejê da 253 kes bi giranî birîndar bûn û tedawiya wan li nexweşxaneyan didome û her wisa 64 jê li herêma Mamujuyê û 9 jê jî li Majeneyê bi tevahî 73 kes mirin.
Jati bal kişand ku li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.