Haydar Karaalp,Ali Makram Ghareeb
28 Îlon 2022•Rojanekirin: 29 Îlon 2022
Li Bexdaya paytextê Iraqê li Herêma Kesk li texma Meclisê du moşek ketin.
Li gor agahiyan li Herêma Kesk ya ku avahiyên hikûmetê lê hene du moşek li derdora Meclisê ketin û hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
Hikûmetê jî hê der barê mijarê da daxuyanî nedaye.
Meclisa Iraqê piştî 2 mehan îro cara ewil civiyabû.