Hat ragihandin ku li Sûriyeyê hêzên rejimê bi moşekan êrîşî bajarê Derayê kir, di êrîşê de zarok jî di nav de 7 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmê hat stendin, hêzên rejimê li Sûriyeyê bi moşekan êrîşî herêma Înhala Derayê kir, di êrîşê de moşek li avahiyekê ket û jin û zarok di nav de 7 kes mirin.
Aktivîstê mixalif yê sûriyeyî Îmaz ez-Zayed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku birîndar rakirin nexweşxaneyên herêmê, piraniya wan zorok 15 kesan zêdetir birîndar anîn Nexweşxaneya Înhal Meydanê, rewşa hin birîndaran giran e.
Zayed destnîşan kir, piştî êrîşa moşekan, şêniyên herêmê di bi enkazan de birîndarên xwe digeriyan, hêzên rejimê wê demê jî şênî dan ber guleyan, lê negot ku mirî û birîndar hene.