LA PAZ
Di girtîgeha bi navî Palmasola ya nêzikî bajarê Santa Cruzaya li ser Bolîvyayê serî hilda û serhildanê de şewata agir derket û di van bûyeran de hejmara miriyan gihişt 30 kesî.
Destûrmendê polêsan Alberto Aracana destnîşan kir ku di nav mirî û birîndaran de zarokek jî heye.
Destûrmendan diyar kir ku sedema şewatê di dema serhildanê de bikaranîna kapsulên gaza propanê ye.
Mehkûmek ji girtîgehê bi telefonê beşdarî televizyoneka herêmî bû û got ku sedema serhildana di girtîgehê de di navbera du çeteyan de li ser şerê desthilatiyê qewimî.
Neteweyên Yekbûyî, li Bolîvyayê, biryara zarokên di bin 6 salî de li girtîgehê bi dê û bavên xwe re dikarin bimînin, rexne kiribû.