Önder Beyter
25 Sibat 2019•Rojanekirin: 26 Sibat 2019
Hat ragihandin, li eyaleta Camû Keşmîr a Hindistanê di pevçûnan da polêsek, eskerek û 3 jî serhildêr hatin kuştin.
Berdevkê ewlekariyê Manoj Pandita di daxuyaniya xwe da diyar kir ku piştî êrîşa 14ê sibatê li herêmê tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin. Pandita diyar kir ku li herêma Kulganê hêzên ewlekariyê û berxwedêr bi hev çûn.
Pandita destnîşan kir ku di pevçûnan da polêsek, eskerek û 3 jî serhildêr hatin kuştin.
Pandita diyar kir ku ji ber tedbîrên zêde yên ewlekariyê yên li Keşmîrê di protestoyên ku hatin lidarxistin da 400 kesên ku di navê da bexwedêrên serxwebûnxwaz jî hene, hatin binçavkirin.
Dawiya hefteyê 10 hezar eskerên îlawe şandibûn herêmê.
14ê sibatê di êrîşa bibombe ya dijî konvoya paramîlîs da 44 esker hatibûn kuştin, 20 eskerî jî birîndar bûbûn.
- Kêşeya Keşmîrê
Îngiltere di sala 1974an da dema ji Hindistanê derket wê demê Keşmîr bi mîrîtiyê dihat birêvabirin û di mijara hilbijartina alî da ew serbest hişt. Keşmir jî ji Hindistan û Pakistanê kîjanî bixwesta dikaribû derbasî wî aliyî bibe. Mîrektiyên wê demê bi piranî li gor nijad û baweriyên xwe aliyên xwe hilbijartin û Mîrê Cammû Keşmîrê yê wê demê di cotmeha sala 1947an da Keşmîra ku ji sedî 90 xelqê wê misilman bû da ser Hindistanê. Gelê misilman ê Kaşmîrê jî li dijî vê biryarê derket û li ser vê jî Pakistanê eskerên xwe şand herêmê. Li ser vê di navbera herdu welatan da cara ewil şer di sala 1947an da derket. Herwiha di navbera herdu welatan da ji ber heman sedemê cardin di 1965 û 1999an da şer derket.
Niha ji sedî 45ê herêma Keşmîrê di bin kontrola Hindistanê da, ji sedî 35ê wê di bin kontrola Pakistanê da û ji sedî 20 jî di bin kontrola Çînê da ye. Qismê Keşmîra ku di bin kontrola Pakistanê da ye bi navê "Keşmîra Azad" û qismê ku di bin kontrola Hindistanê da ye jî bi navê "Cammû Keşmîr" tê zanîn. Li Hindistanê misilman herî zêde li herêma "Cammû Keşmîr"ê ne.
Di sala 1948an da Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryarek da ku bila li herêma Keşmîrê esker nemînin û li herêmê referandum bê kirin. Hindistanê Keşmîra di bin kontrola Pakistanê da wek axa xwe îlan kir lê Pakistanê û şêniyên Keşmîrê jî xwestin ku referanduma KENY wek heqek dabû bê sepandin.