Li bajarê Dallasê yê eyaleta Texasa DYAyê li dervayê salona ku lê pêşbaziya karîkatorên Hz. Mihemed bi destê Însyatîfa Parastina Azadiyê ya Amerîkayê (American Freedom Defense Initiative) ve hat lidarxistin, pevçûna çekdar qewimî.
Di daxuyaniya polêsê herêmê de hat diyarkirin ku du kesan ji otomobîlekî gule berdan parêzvanên ber deriyê salonê û piştî ku polêsan jî bersiv da wan herdu êrîşkar mirin û parêzvanek jî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de nehat diyarkirin ka tu eleqeya êrîşê bi pêşbaziya karîkatorê ya li Curtis Culwell Centerê heye an na. Herwisa di daxuyaniyê de qala nasnameya êrîşkaran jî nehat kirin.
Salona ku li pêşiya wê êrîş pêk hat saziya bi navê Însyatîfa Parastina Azadiyê ya Amerîkayê ye û beriya niha jî li dijî Îslamê çalakiyên provokatîf pêk aniye û di salonê de jî pêşbaziya karîkatorên Hz. Mihemed pêk dianî.