Ahmet Aydın
06 Hezîran 2020•Rojanekirin: 07 Hezîran 2020
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 6 milyon û 900 hezar derbas kir.
Li gorî malpera înternetê ya "Worldometer"ê ku daneyên derbarê pêketiyên nû li serê tên parvekirin, li cîhanê hejmara pêketinên Kovîd-19ê gihişt 6 milyon û 902 hezar û 338an.
Li DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, hejmara pêketiyan gihişt milyonek û 971 hezar û 54an.
Bi dû DYAyê de welatên ku herî zêde pêketin lê hatin tomarkirin bi vê rêzê ne, Brezîlya (649 hezar û 514), Rûsya (458 hezar û 689), Îspanya (288 hezar û 58), Îngiltere (284 hezar û 868), Hîndistan (240 hezar û 932), Îtalya (234 hezar û 531), Perû (187 hezar û 400), Almanya (185 hezar û 414) û Îran (169 hezar û 425).
Li Tirkiyeyê jî daneyên pêketiyan herî dawîn weke 168 hezar û 340 hat ragihandin.
Hejmara welatên ku pêketiyên wan 50 hezar derbas kirine wiha hat rêzkirin:
"Fransa (153 hezar û 55), Çîlî (122 hezar û 499), Meksîka (110 hezar û 26), Erebistana Siûdî (98 hezar û 869), Kanada (94 hezar û 790), Pakistan (93 hezar û 983), Çîn (83 hezar û 30), Qeter (67 hezar û 195), Bangladêş (63 hezar û 26) û Belcîka (59 hezar û 72)."
Şewba Kovîd-19ê cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, nuha li zêdetir 200 welat û herêman belav bûye.
Li seranserê cîhanê 399 hezar û 286 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.
Heta nuha 3 milyon û 378 hezar û 10 pêketiyên Kovîd-19ê rehet bûne. Dermankirina 3 milyon û 119 hezar û 758 kesan jî berdewam e.