Abdullah Tel
28 Sibat 2020•Rojanekirin: 29 Sibat 2020
Vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) ku li bajarê Vuhanê yê li ser eyaleta Hubeyê ya Çînê derket, li tevahiya dinyayê bi 83 hezarî zêdetir kesî geriya.
Ji ber şewbê bi tevahî 2 hezar û 856 kes mirin. Li Çînê 2 hezar û 788 kes, li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê 2 kes, li Îranê 26 kes, li Îtalyayê 15, li Koreya Başûr 13, li Japonyayê 8, li Fransayê 2, li Tayvanê kesek û li Filipînanê jî kesek ji ber şewbê mirin.
Li ser erdnigariya Çînê şewba Kovîd-19an bi 78 hezar û 824 kesan geriya, li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê 92 kesan geriya, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî bi 10 kesî geriya. Li Tayvanê jî di 32 kesan da vîrus hat tesbîtkirin.
Li gor agahiyên dawîn ên berdest li seranserê dinyayê hejmara kesên ku şewba Kovîd-19an bi wan geriya ji 83 hezar kesî derbas bû û li gor daneyên saziyên tenduristiyê û çapemeniya welatên ku vîrusa koronaya nû lê hatine tesbîtkirin, jimara kesên ku vîrus kişiyane wan wiha ye:
"Koreya Başûr 2 hezar 22, Japonya 918, Îtalya 650, Îran 254, Sîngapur 96, Amerîka 60, Quweyt 43, Tayland 40, Fransa 38, Behreyn 33, Awistralya 23, Malezya 23, Almanya 21, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb 19, Spanya 17, Vîetnam 16, Îngiltere 15, Kanada 14, Swêd 7, Iraq 6, Umman 6, Rusya 5, Swîsre 5, Hindîstan 3, Filipînan 3, Xirvatistan 3, Yewnanistan 3, Îsraîl 3, Libnan 3, Awistirya 2, Pakistan 2, Finlandiya 2, Cezayîr 1, Nepal 1, Srî Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Misir 1, Efxanistan 1, Brezîlya 1, Gurcistan 1, Makedonyaya Başûr 1, Estonya 1, Hollanda 1, Romanya 1, Norveç 1, Danimarka 1, Zelandaya Nû 1."