03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
PEKÎN
Ji ber qirêjiya hewayê ya li herêmên bakur û rojhilatê Çînê bona îro û sibê "Alarma Sor a Neteweyî" hat dayîn.
Navenda Meteorolojiya Neteweyî ya Çînê ragihand ku digel bajarê Pekîn û Tîencînê li eyaleta Hibey, Hinan, Şandong, Anhuî û Cîangsuyê ji ber qirêjiya hewayê cara yekemîn "Alarma Sor a Neteweyî" hat dayîn.
Navenda Meteorolojiyê xelk hişyar kir ku li bajar û herêmên navborî mesafeya dîtinê dê heya 500 an jî 50 mêtroyî berjêr be. Herwiha hat destnîşankirin ku li balafirgeh, bênderên deryayî û rêbejayan divê tevdîrên hewce bên standin.
Ji ber qirêjiya hewayê xebatên înşaetan hatine sekinandin, li hin herêman xwendigeh hatine tetîlkirin.
Çîn bi taybetî ji sala 2014an vir da dijî qirêjiya hewayê têkoşînê dide. Wek bedela pêşketin û pîşesazîbûnê li Çînê piraniya bajarên mezin di heman demê da di nav bajarên herî biqirêj ên dinyayê da tên jimartin.
Çîn di belavkirina xaza serayê da li dinyayê di rêza ewil da cî digrê, di van 2 salên dawîn da li herêmên cuda yên welêt welatî di tehdîda qirêjiya hewayê da dijîn.
Li welêt di sistema alarma qirêjiya hewayê da 4 ast tên pêkanîn û ev jî hêşin, qîçik, tutik û sor in.