Abdullah Tel
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
PEKÎN
Xelqê Çînê bi munasebeta Cejna Klorê (Yuebîngcîe) ya wekî Cejna Payîzê (Congçîucîe) jî tê zanîn bi xwarina klorên dişibin hîvê va pîroz dikin.
Li seranserê Çînê ji ber pîrozbahiyên roja neteweyî hefteyek tetîl hatiye îlankirin û cejn jî rastî vê tetîlê hat. Ji ber ku hewa jî germ û dinya xweş e piraniya welatiyên çînî li paytext Pekînê di mal da nesekinîn xwe avêtin parq û meydanên bajêr.
Cejna Payîzê li gor Salnameya Hîvê ya kevneşopiya çîniyan di roja 15mîn a meha heştemîn da tê pîrozkirin.
Îro hîv cardeşevî ye ev yek ji bo çîniyan him sembola yekîtî, aramî û bihevratiyê ye û him jî sembola dema dawîbûna bêderê ye.
Malbatên li bajaran ji bo vê roja taybet kilorên taybet (çoreka dişibe heyva tijî) ên şîrîn çêdikin û kesên li gund jî kilorên ji şorava zerika hêkê çêdikin û dixwin.
Di seranserê cejnê da pastexaneyên li bajêr bi kilorên curbecur vîtrînên xwe dixemilînin.