Nuri Aydın
15 Gulan 2021•Rojanekirin: 17 Gulan 2021
Li Çînê ji ber bobelata li herêman rabû 10 kes mirin û 367 kes birîndar bûn.
Rayedaran got ku di saet 19.00an da li Şingiziya bajarê eyaleta Cîangsuyê, di saet 20.40î da jî li Wuhana bajarê eyaleta Hubeiyê bobelat rabû.
Li Wuhanê leza bobelatê derkete 86 kîlomêtroyî, ji ber bobelatê 6 kes mirin û 218 kes jî birîndar bûn.
Li Wuhanê 27 xanî hilşiyan, di 130 xaniyan da jî xisareke mezin çêbû.
Dîsa li Wuhanê xeta ceyranê zirar dît û ceyrana 26 hezar û 600 xaniyî jî hat birîn.
Rayedaran got ku li Şizingiyê ji ber bobelatê 4 kes mirin û 149 kes jî birîndar bûn.
Li Şizingiyê gelek fabirqeyan zirar dît û ceyran hat birîn.
Herdu herêmên bobelatê lê xist xebatên lêgerîn û xilaskirinê, rakirina enkazê, vekirina rêyên girtî û alîkariya acil dewam dike.