PEKÎN
Li Herêma Xweser a Sîncana Uygurê ya li ser Çînê erd bi lerza 6,5an hejiya.
Li gor nûçeya rojnameya fermî ya Çînê Rojeva Gel, anegorî agahiyên ewil di erdhejê da 3 kes mirin, 20î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Di nûçeyê de hat gotin ku navenda erdhejê wilayeta Hotenê ye. Hat ragihandin ku erdhej 10 kîlometre di bin erdê de qewimî û piştî vê jî bi lerza 3 û 4,6an du erdhejên din jî qewîmin.