MEZARÊ ŞERÎF
Hat diyarkirin di Efxanistanê rêvebirê Talîbanê yê îstixbaratê yê ku ji 4 bajaran berpirsyar e, hat qefaltin.
Berdevkê Midûriyeta Ewlehiya Faryabê Seîd Mesûd Yaqûbî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got Mele Mihemed Nabiyê ku rêvebirê îstixbaratê yê Talîbanê ye li Gurzîwana navçeya Faryabê hat girtin.
Yaqûbî destnîşan kir ku Nabiyê ku hat girtin ji ber gelek êrîşan berpirsyar tê dîtin û ji derveyî welat ji bo rêxistinê çek û pera tîne.
Li ser mijarê lêpirsin hat destpêkirin. Ji Talîbanê hê tu daxuyanî nehatiye dayîn.