PEKÎN
Hat ragihandin ku li Çînê keştiyeke ku 458 rêwî tê de bûn binav bû û heta niha bi tenê 10 kes hatin xilaskirin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê li eyaleta Hubeyê di çemê Yanzgtzeyê de keştiyeke rêwiyan a ku 458 rêwî tê de bûn binav bû û heta niha bi tenê 10 kes hatin xilaskirin.
Kaptan û serendazyarê keştiyê jî di nav 10 kesên hatin xilaskirin de ne û daxuyandin ku ji ber bagerê keştî binav bû.
Hat ragihandin ku Serokwezîr Lî Kiçîang ji bo ku here cihê bûyerê bi rê ket.
Ji hezarî zêdetir tîmên xilaskirinê çûn cihê bûyerê, lê hat ragihandin ku ji ber ba û baranê xebat zehmet dimeşe.