HELEB
Li deriyê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê Es-Selamê teqîneke mezin pêk hat. Hat ragihandin ku di encamê de gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, li herêma Es-Selamê wesayiteke bombedagirtî teqiya.
Li gor tesbîtên ewil di teqînê de zêdetirî 10 kesî meriv mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku birîndar bi ambulansan sewqî Kilîsê kirin.
Ji birîndarên ku sewqî Kilîsê kirin 6 kes mirin.
Sûriyeyiyan ji birîndaran 46 kes anîn li ber deriyê sînor Oncupinarê. Ji vir jî tîmên Servîsa Lezgîn a 112an birîndar revandin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîs ê. Hat ragihandin ku ji birîndaran 4 kes mirin.
Ji birîndaran 3 kesên ku rewşa wan xedar e jî sewqî Entabê kirin.