02 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
ANKARA (AA) - Sererkaniyê ragihand ku îro ber destê sibê li dijî herêma Metîna ya li bakurê Iraqê hemleyeke asîmanî hat lidarxistin û 7 armancên ku tê da stargeh û çeperên rêxistina terorê hene hatin jinavbirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku firokeyên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkan serê sibê di navbera saet 03.15 - 04.20an da li dijî herêma Metîna hemleya asîmanî pêk anîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku firokeyên şer di hemleya asîmanî da tevî stargeh, çeper û kozikên terorîstan ên ku hatin tespîtkirin, gule berdan 7 armancan û ew ji navê birin. Herwisa hat destnîşankirin ku firokeyên şer bi awayekî serkeftî peywira xwe bi cih anîn û vegeriyan baregeha xwe.