PARÎS
Di metroya Parîsê da kesekî ji Hajer M'tîriya ku li Nûneriya Fransayê ya Anadolu Agnecyê (AA) nûçehiniyê dike ra çêrên Îslamîfobîk kir.
Hajer M'tîriya sergirtî diyar kir dema ku di metroyê da di vagona herî dawiyê da nêzîkî derî disekinî, merivekî bejndirêj wek ku hêrs ketiye û aciz bûye lê mêze dike.
M'tîriyê destnîşan kir demekê şûnda wî merivî ji wê û hemû mislimanan ra dest bi çêran kir.
M'tîriyê wiha got: "Wî merivî çêr dikir lê belê ji tu kesekî ku di vagonê da bûn deng derneket. Min eşyeyê xwe hildan û derbasî aliyê din bûm. Ez gelekî xemgîn bûm."
M'tîriyê destnîşan kir ku li ber wan çêrên Îslamofobîk ên ku wî merivî dikir netirsiya lê belê nikaribûye ku bersivê bidê û wiha pê da çû: "Ez yeka bejnkin û jarik im. Mêrik jî yekî dirêj bû. Ji bo ku aram bibim min têlefona xwe hilda û bi hevala xwe ra xeberda. Lê wî merivî hê dida xebera. Paşê trên sekinî û min xwe avête derva."
M'tîriyê diyar kir dema ku ji trênê peya bû hewl daye ku wêneyê wî bikişîne lê belê wî merivî rûyê xwe girtiye û qêriyaye wê jî ji mêrik ra gotiye: "Tu nijadperestî, di cihenemê da bişewite."
Li Fransayê gelek jinên misilman dema ku li kolanan digerin an jî li wesaiyata siyar dibin rastî êrîşên îslamofobîk tên.
Rêxistina Teqîbkirina Mafên Mirovan a Fransayê tesbît kiribû ku sala par 691 êrîşên îslamofobîk hatine kirin. 640 êrîş li dijî şexsan hatine kirin.