WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama destnîşan kir ku ji bo ewlehiya neteweyî divê Girtîgeha Guantanamoyê were girtin û wiha got: "Hebûna Guantanamoyê zirarê dide ewlehiya me ya neteweyî, ji ber vê jî divê were girtin. Ez bangî endamên du şaxên Kongreyê dikim ku vê rûpela tarî ya Amerîkayê were girtin."
Kongreya DYAyê hefteya borî pêşnûmaya zagonê ya parastinê ya ji bo sala 2015an qebûl kir û pêşkêşî Obama kir. Obama jî budçeya parastinê ya 585 milyar dolarî ku li Iraq û Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DÎŞIyê da destûrên berfireh dide Obama, pejirand.
Li gor zagonê transferkirina girtiyên di Guantanamoyê da tê qedexekirin û pêşî li ber girtina girtîgehê tê birîn.
"Divê Girtîgeha Guantanamoyê were girtin"
Obama di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got ku hebûna Guantanamoyê zirarê dide ewlehiya me ya neteweyî û zirarê dide têkiliyên hevalbendên me.
Obama diyar kir ku ev girtîgeh cesaretê alîgirên radîkalan xurt dike û wiha got: "Girtina girtîgehê wezîfeyeke neteweyî ye û elzem e."
Obama got ku bi zagona ku îmze kiriye girtîgeh vekirî dimîne û pêşî li ber transferkirina mehkûman tê girtin û wiha dewam kir: "Ez bangî endamên du şaxên Kongreyê dikim ku vê rûpela tarî ya Amerîkayê were girtin."
Obama diyar kir ku jixwe ji sedî 80yê mehkûmên girtîgehê hatine transferkirin û got ku ji bo mehkûmên mayî jî bira destûrê bidin min.
Serokê DYAyê Obama destnîşan kir ku ji bo ewlehiya neteweyî divê Girtîgeha Guantanamoyê were girtin û wiha got: "Hebûna Guantanamoyê zirarê dide ewlehiya me ya neteweyî, ji ber vê jî divê were girtin. Ez bangî endamên du şaxên Kongreyê dikim ku vê rûpela tarî ya Amerîkayê were girtin."