Tuğçenur Akgün
15 Tebax 2023•Rojanekirin: 16 Tebax 2023
NEW YORK (AA) - Di îdianameya ku li dijî Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi îdiaya midaxeleyî encamên hilbijartina 2020î ya li eyaleta Georgiayê kiriye da tawanbariyên nû yên tê da îdiayên wekî "handana binpêkirina sonda peywirdarekî qamûyê", "sazkirina komployê ya ji bo beyana derew" û "binpêkirina qanûna eyaletê ya dijî gendelî û şantajê" hene, li dijî Trump hatin rêzkirin.
Dozgerên herêma Fultonê yên li ser îdiaya "li bajarê Atlantayê yê Georgiayê hewildana Trump a midaxeleya dijî encamên hilbijartina serokatiyê ya 2020î" ji bo demeke dirêj lêpirsîn meşandin, piştî ku delîl pêşkêş kirin û her wiha piştî îfadeyên şahidan, îdianameya tawanbariyên nû yên dijî Trump ji bo raya giştî hat ragihandin.
Di îdianameya 98 rûpelî da ya tê da 41 tawanbarî hene da li dijî Trump 13 tawanbarî hatin rêzkirin ku di navê da îdiayên wekî "handana binpêkirina sonda peywirdarekî qamûyê", "sazkirina komployê ya ji bo beyana derew" û "binpêkirina qanûna eyaletê ya dijî gendelî û şantajê" hene.
Di îdianameyê da tevlî Trump parêzerên wî, kesên di kampanyaya wî da cî girtine, Midûrê Qelemê ya Taybet a Qesra Spî Mark Meadows jî di nav da derheqê 18 kesên din da jî gilî hat kirin.
Di îdianameyê da wiha hat gotin: "Trump di hilbijartina Serokatiyê ya Amerîkayê da ku di 3ê Mijdara 2020î da hat kirin, bi ser neket û têk çû. Trump û kesên di vê îdianamêyê da der heqê wan da sûcdarî tê kirin encam qebûl nekirin û xwestin bi qestî encama hilbijartinê ji bo Trump bigûherînin û bi zanayî tevlî vê komployê bûn. Ev komplo li Fultona herêma Georgiayê û herêmên din û parêzgehên din herî kêm du tehdît û şantaj di nav xwe da dihewand û hewl dihat dayîn ku ev bi armanc û planeke hevpar hat kirin.
- Ji ekîba Trump bertek
Ekîba kampanyaya Trump piştî ku ev îdianameya bi destê juriya mezin hat amadekirin û di çapemeniyê da cî girt daxuyaniyeke Dozgera Herêma Fultonê Fanî Willisê wek hedef nîşan dide, weşand.
Di daxuyaniyê da Willis wek "alîgireke partiyê ya har bûyî" hat binavkirin û wiha hat gotin, "Ev hemû hewlên Demokratîk ên pûç bûyî wê biser nekevin."