Fatih Gazioğlu
16 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2019
Li Sûriyeyê balafirên şer ên rejima Beşar Esed êrîşî cî û warên sivîlan ên nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kir û 9 sivîl hatin kuştin, 14 sivîl jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên rejima Esed û Rûsyayê ji serê sibê pê va êrîşên esmanî dibin ser gundê Maarşurîn, Xantutîn, Ayn El Barda û navçeyên Cîsîr eş Şuxur û Xan Şêxûna li ser bajarê Îdlibê.

Li gor agahiyên ewil di êrîşên esmanî yên rejima Esed ya li gundê Maarşurînê da 8 sivîl hatin kuştin û li navçeya Cîsîr eş Şuxurê jî 14 sivîl birîndar bûn.
- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Niha bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.
Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.
Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku di navbera 26ê nîsanê û 12yê tîrmehê da di êrîşên Beşar Esed û piştgirên wî yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 157ê wan zarok, 111ê wan jin bi tevahî 606 sivîl hatin kuştin.