Önder Beyter
16 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2019
Hat ragihandin ku li Myanmarê ji ber şewba arsima xinzîr ku ev meheke dewam dike, 54 kes mirin.
Peywirdarê agahdarkirina qamûyê yê Wezareta Tenduristî û Werzişê Phyu Phyu Aye di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ji ber vîrusa H1N1 ku wekî arsima xinzîr tê zanîn, ji nîvê duyemîn ê meha hezîranê vir va 54 kes mirin.
Aye diyar kir ku şewbê herî zêde li herêma Yangonê xwe da der ku li vê derê 43 kes mirin.
Aye herwiha destnîşan kir ku li herêmên Yangon, Sagaing, Magway, Bago, Ayeyarwardy û Monê ji 671 nexweşî jê di 274an da vîrus hat tesbîtkirin.
Ji ber nexweşiyê rapora mirina ewil di 19ê hezîranê da hatibû girtin.
Wezaret, welatiyan hişyar dike ku ji kesên ku agirê wan heye û ji ciyên qelebalix dûr bisekinin. Herwiha wezaretê ji nexweşxaneyên herêmî jî xwest ku di teşxîskirina nexweşiyê da destê xwe sivik bigirin.