25 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
WASHINGTON
Li Washingtona paytexta DYAyê ji Tirkiyeyê û welatên cûrbicûr nêzîka 11 hezar kes beşdarî "Meşa Aşitî û Piştevaniyê" ya ku ji aliyê Komîteya Arastekirina Neteweyî ya Tirk-Amerîkan va hat organîzekirin, bûn û li ber deriyê Qesra Sipî kom bûn.
Meşa ku biryare li ber deriyê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê bidawî bibe, bi mebesta piştevaniya Tirkiyeyê di warê îdiayên ermeniyan da tê lidarxistin.
Serokê Koma Dostayetiya Tirk-Amerîkan li TBMMê Ali Sarikaya, Parlementera AK Partiyê û Alîkara Serokê Giştî Fatma Betul Sayan, Parlementerê AK Partiyê Ertan Aydin û Balyozê Tirkiyeyê yê li Washingtonê Serdar Kiliç digel Sekreterê Giştî yê Konseya Misilmanên DYAyê Usama Cemal jî beşdarî meşê bûn.
Beriya meşê polêsan ji bo ewlekariyê tedbîrên berfireh sitendin û piştra xwepêşanderan ber bi Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê dest bi meşa xwe kirin.
"11 hezar kes beşdar bû"
Yek ji serokê avakarê Komîteya Arastekirina Neteweyî ya Tirk-Amerîkan Îbrahîm Uyar destnîşan kir ku nêzîka 11 hezar mirovî beşdarî wê meşê bûn.