Sevim Hatun
25 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, derheqê êrîşên roketê yên ser Kilîsê da got: "Wê tewdîrên eskerî bên hildan. Di çarçoveya alîkariya aborî da, wê alîkarî bidin esnaf û bazirganên di êrîşê da zirar kirin. Li herêmê wê alîkarî bidin kesên ku malên wan hilweşiyan, esnafên ku di dikanên wan da xisar çêbû. Biryar hat hildan ku li Kilîsê, li gor rêjeya ku walîtî teleb dike, îstîhdam bê kirin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, di navbera civîna Lijneya Wezîran da daxuyanî da rojnamegeran.
Kurtulmuş wiha axivî: "Mixabin ji 18ê kanûnê vir va ji baregehên DAEŞê yên ser axa Sûriyeyê 46 roket hatine agirkirin. Roketên ku ji wir hatine avêtin, li navenda bajêr ketine û di encamê da 17 kes mirine. Ji van kesin ku mirin 10 jê Tirk in. 61 kes jî birîndar bûn. Piraniya birîndaran jî li nexweşxaneyan ser piya hatine dermankirin."
-Têkiliyên bi Rûsyayê ra
Kurtulmuş der heqê têkiliya Tirkiye û Rûsyayê da jî wiha axifî: "Hêvî dikim ku ew rageşiya ku piştî daxistina qeyrana firokeyê çêbû û bi demê ra mezin bû di demeke kurt da dawî bibe û têkilî normalîze bibe. Hêvî dikim ku Rûsya him di qada aborî him jî di qada siyasî da têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê ra normalîze bike. Lijneya Çandiniyê çû wir, ev ji bo normalîzebûna têkiliyê sînyalek e. Ev gavek e. Hêvî dikim ku encama wê erênî be."
-"Hikûmetê çi soz dabû anî cî"
Numan Kurtulmuş got, "Şikir, hêj 6 meh qewlê ku danîbûn neqediya lê hikûmetê çi soz dabû anî cî. 126 roj derbas bûn, hê 57 rojên me mane. Di rojên li pêşiya me da înşallah sozên din ên dabûn wê bînin cî û wê ev pêvajo bi serkeftî biqede."