Önder Beyter
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
NEW YORK
Rêxistina civaka sivîl a bi navê Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Amerîkan (ACLU) ji ber qanûna ku li eyaleta Kansasê ya DYAyê "boykota dijî Îsraîlê" qedexe dike gilîdar bû.
ACLUyê destnîşan kir ku qanûna ku di 1ê Tîrmeha 2017an da li Kansasê ket rewacê, tevgera Hewla Boykota Dijî Îsraîlê ya Bona Filistînê (BDS) dike hedefa xwe û bi vî hawî dewlet di nîqaşekê da pişta layenekî dike. Ji ber hindê ACLU der heqê qanûnê da bû gilîdar.
Li gorî qanûna li Kansasê, şirket an jî kesekî ku bi dewletê ra peymanekê îmze dike, mecbûr e ku wê nivîsarê jî îmze bike ku wê bi awayekî aktîf beşdarî boykota dijî Îsraîlê nebe.