Nihat Kavşut
25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê Etîenne Gernelleyê dîrektorê weşanê û Romaîn Gubertê nivîskarê kovara Le Poîntê da ku li Fransayê derdikeve gilîdar bû.
Huseyîn Aydinê parêzerê Serokomar Erdogan di daxwaznameya gilîdarbûnê ya ku da Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da destnîşan kir kovara Le Poîntê di berga jimara xwe ya di 24ê Cotmehê derket da wêneyê Erdogan emilandiye û bi Fransî heqaret lê kiriye.
Parêzerê Serokomar Erdogan ji ber sûcê "heqareta dijî serokomar" der heqê Etîenne Gernelleyê dîrektorê weşanê û Romaîn Gubertê nivîskarê kovara Le Poîntê da ku li Fransayê derdikeve gilîdar bû.