11 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
WASHINGTON
Hat ragihandin ku di teqîn û şewata ku di apartmanekî nêzî Washîngtona paytextê DYAyê çêbû de herî kêm 2 kes mirin û 31 kes jî birîndar bûn.
Di apartmanekî li Silver Springa ku di nav sînorên eyaleta Marylandê de cî digire de derengê şevê teqîn çêbû û şewat derket, hat diyarkirin ku qismeke apartmanê tep bû û dengê teqîna di apartmanê de ji 2 kîlometro dûr ve hat bihîstîn. Parçeyên avahiyê piştî teqînê belavî qadeke mezin bû.
Rayedarên agirkuj ên ku hatin cihê bûyerê gotin ku li gor tespîtên ewil 5 kes winda ne, bi dehan birîndar jî birine nexweşxaneyan. Di daxuyaniya ku pişt re hat kirin de da zanîn ku di bûyerê de 2 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn. Rayedaran dan zanîn ku di bin enqazan de bi seyên ku bi taybetî perwerde dîtine xebat berdewam dikin.
Hêj nayê zanîn ku ka çi bûye sedemê teqîn û şewatê.