Nihat Kavşut
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
ADANA
Li Kozana navçeya Edeneyê di navbera hevalan da pevçûn derket û kesek bi demançeyê hat kuştin.
Li gor agahiyan li texma Derîn Esîka li ser rêya Kozan-Fekeyê di navbera Mustafa Kara (22) û 4 hevalên wî da ku sohbet dikirin ji ber sedemên nayê zanîn pevçûn derket û di pevçûnê da E.O. bi demançeyê gule berda Mustafa Kara û ji ciyê bûyerê revî.
Piştî ku agahî dan ekîbên tenduristiyê hatin ciyê bûyerê û tesbît kirin ku Mustafa Kara hatiye kuştin.
Cinazeyê Mustafa Kara ji bona otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.
Li gor agahiyan 3 kesên din yên li ciyê bûyerê ji bona îfadeyê birin Midûriyeta Ewlehiyê û ji bo qefaltina E.O.yê fîrar jî xebat dewam dikin.
Li gor agahiyan Mustafa Kara çawîş e û ji bona betlaneyê hatiye Kozanê.