21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
EFRÎN/BAB/ANKARA
Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) li Efrîn û Babê operasyon birin ser komên xebatên çetetiyê dimeşînin, 3 serokê çeteyan û endamên wan hatin girtin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, li Efrîn û Babê di çarçoveya xebatên têkoşîna dijî çeteyên gel aciz dikin da operasyon hat kirin, di operasyonê da li Babê Ebdilrezaq El Wakiyê wekî Şurta Wakî tê zanîn, Xalid Osmanê wekî Hirrî tê zanîn û merivên li dora wî, li Efrînê Kermo el Daur û merivên lı dora wî teslîmî hêzên AASê bûn.
Ji destê endamên çeteyan bîksiya tivinga bimakîne, keleşkog, RPG-7 a roketavêj û 2 wesayît û li Babê 20 keleşkof, 2 RPG-7 a roketavêj, bîksiya tivinga bimakîne û 2 wesayî hatin girtin.
Hat ragihandin ku operasyonên li dijî çeteyan dewam dikin.