Nihat Kavşut
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
DUBAI
Piştî ku Ming Hongveyê ji Çînê li welatê xwe hat girtin Kîm Jong Yangê ji Koreya Başûr bû serokê nû yê Teşkîlata Polêsan ya Navneteweyî (INTERPOL).
Di hilbijartina ku li Dubaiyê di Lijneya Giştî ya INTERPOLê hat kirin da Kîm Jong Yang ji 3 para 2 par ray wergirt û bû serokê nû.
Ming Hongveyê serokê berê yê INTERPOLê ji ber sûcê gendeliyê hatibû girtin û ji wezîfeyê hatibû hildan.