02 Tebax 2018•Rojanekirin: 06 Tebax 2018
AFRÎN
Li Sûriyeyê saziya civata sivîl a bi navê "Parastina Sivîl" ku wek "Kesên Baretspî" tên zanîn, li Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat paqijkirin, xebatên binesaziyê dan destpêkirin.
Ekîbên Parastina Sivîl li navenda navçeya Efrînê ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê ji ûnsûrên YPG/PKKya rêxistina terorê safî kir, rê çêdike û paqijiyê dike.
Li navçeyê moloz tên rakirin, rê tên şûştin û çêkirin, çal tên girtin. Efrînî jî eleqeyeke mezin nîşanî xebatan didin.
150 Baretspî, ambulans, îtfaiye û makîneyên kar beşdarî xebatên navenda navçeyê dibin.
Ekîbên parastina sivîl li Efrînê navendeke nû ava kir û armanca wê bi vê navendê xebatên li navçeyê berfirehtir bimeşîne.
- Kesên Baretspî
Rêxistina bi navê "Yên Baretspî" ya ku dildar lê dixebitin ji ber ku dildarên wê baretên spî didin serê xwe wisa tê binavkirin.
Rêxistinê heta niha jiyana deh hezaran kesî xilas kir.
Jin jî di nav de 3 hezar kes ji bo vê rêxistinê dixebitin. Ew him xebatên lêgerîn û xilaskirinê dikin, him bi cinazeyan re eleqedar dibin û him jî alîkariya birîndaran dikin.
Di sala 2016an da Yên Baretspî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê wek namzed hat nîşandan.
Xebatkarên saziyê der barê mayîn, teqemeniyên bi destançêkirî û bombeyên neteqiyane û paqijkirina wan de agahiyan didin gel û wan perwerde dikin.