Önder Beyter
29 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li rojavayê bakurê Sûriyeyê li Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji terorîstan hat paqijkirin, gelek çek, bi hezaran muhîmatên çekên sivik û teqemeniyên çalkirî hatin bidestxistin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bi dest xist, li Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê va ji terorîstan hat paqijkirin, xebat bênavber dewam dikin da ku bajar ji teqemeniyan safî bibin û jiyan vegere ser rengê xwe asayî.
Di çarçoveya îfadeya terorîstekî ku li herêmê hat girtin da Artêşa Tirkiyeyê, teşkilata ewlekariyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê operasyon birin ser gundê Enbarli yê Mabatliyê.
Di operasyona bikordîne da gelek çek, bi hezaran muhîmatên çekên sivik û teqemeniyên ku di baxçeyê malekê da hatibûn çalkirin, hatin bidestxistin.
Hat ragihandin, terorîstê navborî li hemberî miemeleya Artêşa Tirkiyeyê ya qenc a ji bo gelê herêmê û ji ber fealiyetên bênavber ên alîkariya mirovî, zehf hejmetkar maye û ji ber vê yekê biryar daye ku alîkariya hêzên ewlekariyê bike.