Önder Beyter
20 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2020
Li Efxanistanê di 3 mehên derbasbûyî da di êrîşên Talibanê da 500 sivîl hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Tariq Aryen di daxuyaniya xwe ya da çapemeniyê da diyar kir ku milîtanên Talibanê li welêt di 3 mehên derbasbûyî da êrîşên cuda pêk anîn.
Aryen destnîşan kir ku di êrîşan da 500 sivîl hatin kuştin, zêdeyî 1050 sivîlî jî birîndar bûn.
Aryen her wisa bal kişand ku kuştina sivîlan sûcê şer e.